qesîdêk dadenêm şî’rî fesîḧ û saf û ẍeřřa bê

Li pirtûka:
Dîwanî Cewherî
Berhema:
Cewherî (1875-1958)
 2 Xulek  864 Dîtin
qesîdêk dadenêm şî’rî fesîḧ û saf û ẍeřřa bê
zerîf û xende’awer wek kitêbî elf leylaNava taybet
biłind û piř le me’nî leẍiz û piř meẍiz û sirûr’awer
lenêw cergey qesîdan wek ciḧêłî tazezawa bê
heçî wez’im heye pakî denûsim hîçî nabwêrim
heçî derdim heye pakî dełêm e’lacî edna bê
perêşanî û ẍem û meynet le dewrem ḧełqeyan dawe
be ’umrî xom guman nakem wekû ew sałe qewma bê
le suxtî darda suxtim le gwênî û desteçîleş da
hemûy ser yek bixey hîçî neyêłî kûreyek nabê
wetaẍim buwete nêwmałî kesîf û piř gene û qiřnû
letaw kêç takû řoj qet bîst deqîqe řaḧetim nabê
leber bêşwanî hawîn gayekanim narde ew dêye
tepałeşman nebû, kem bû, beşî bîst řoj eger mabê
ke tendûr dadexen dûkeł fezay mał piř deka wek mij
wekû tûnî ḧemamêk derk û řoçney pakî gîra bê
be řojda kar û cêgem xwêndinî ewrad û mêḧrabe
leber qûle û hera gwêçkem le qur’an xwêndinim nabê
şewê dway nwêjî xewtinan çûm tifaq bo mayneşê bênim
temaşay ka dekem heyhû hemûy sê barî ça nabê
be řojû bûm lebo îftar le mizgewt çûmewe małê
kutim birsîme çêşt û nan û çayî ḧazre ba bê
le cwabda pêy kutim kabanî małê çaresazê ke
ne qend û ça û řonit mawe, newtîş ḧew direm nabê
lecêy nan gozeyek aw dandira wek dewrî esḧaban
kutim řebbî şukir ya řeb ke to neydey ewîş nabê
xulase ta se’atêk kewtime nêw beḧrî xeyał û xem
xudaya çon debê û karim be kê ça bê
sedaye hate gwêm ey cewherîNasnava edebî ba bes bê derdî dił
debê karî hemû ça bê kesê salarî aẍa bê
le her dû destî wek hewrî beharî zêř û zêw deřjê
le begzade û le dêbukirî wekû ew pyawe ça nabê