waqewaqî dił

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 1 Xulek  1115 Dîtin
her waqewaqî diłme bedestî fîraqewe
wek řêwîyê ke herdû gunî bê befaqewe
îman le tewqî sermewe wek waşe derpeřî
simtî ke derpeřand û serî na betaqewe
mutrîb le ’eşqî yarî ’îraqî beḧesretim
bom heste wirde wirde le perdey ’îraqewe