basî xwardin û xwardinewey beheştyan

Li pirtûka:
Aqîdey Şêx Semî
Berhema:
Semî (1848-1889)
 1 Xulek  608 Dîtin
şax û dirextî duřiř û yaqûte
pelkî pîroze, ’eynî zimřûte
ne wuşkî payîz ne sardî zistan
ne xizmetkirdin řencî baẍewan
mîweyan bonxoş, ’eceb lezîzin
xoştam û xoşbo, taze û temîzin
enwa’î mîwe û cem’î met’ûmat
ḧełwa û goşt wiřon, hem noqił û nebat
heta lêy bixon, kem nabê lêyan
fewren yêkî tir dêtewe cêyan
çwar cogey têda, yêkyan hengiwîne
yêk şîrî safe, ’eceb şîrîne
yêkyan şeřabe, yêk awî xoşe
etřafyan sunbul, lale û wenewşe
be derxtanewe teyr exwênê
goştî her teyrê, to meylit bênê
be birjawî dê, heta têr exoy
paşî heł’efřê, eçtewe cêy xoy
le her te’amê, heta têr exwa
camê şeřabî, leser noş eka
be ’ařeq xoşbo wek mîsk û ’enber
le cem’î beden bo xoy dêteder
gişt musłimanê be qeder dunya
le mułk û dewłet pêy keřem eka