basî pirdî sîřat û cehennem

Li pirtûka:
Aqîdey Şêx Semî
Berhema:
Semî (1848-1889)
 1 Xulek  572 Dîtin
le pirdî sîřat, be sed derd û xem
dekewne xwarê bo naw cehennem
ne’uzubîlla lew bedbextîye
lew derd û mîḧnet, tengî û sextîye
ewan be qulapî asnida ekirên
wek goştî qessab pê hełdawesrên
heta desûtên qelbyan dadeřzê
êsqan û pêstyan pêkda hełdekzê
serpak esûtên, ewca dênexwar
dîsan deyanken her wek ewwełcar
sed le ewwełcar zor û zyatir
deyansûtênin le ewweł çatir
tewaw hełdekzên berdebne xwarê
serawbin dekirên car degeł carê
her bew destûre heta têyda bê
her ’ezab edrê mirdinî nabê