basî firişte û mela’îke

Li pirtûka:
Aqîdey Şêx Semî
Berhema:
Semî (1848-1889)
 1 Xulek  631 Dîtin
bareřyan pê biken melekî řeḧman
dayîm mewcûdin le erz û asman
bê xew û xwardin, bê kesb û ẍefłet
dayîm meşẍûłn be zîkir û ta’et
heryek be new’ê, her yek be karê
bê’emrî naken be hîç qerarê
herçî pêẍember xeberî dawe
le babet emrî dinya û ’uqbawe
ewey fermûye weḧîy xudaye
her wek fermûye bêşk herwaye
dîn bebê celal bexêw nakirê
bê şan û şewket eday nakirê
pêẍember çilon bo dîn ekoşa
herwa, bo ’îlim û sen’et exřoşa