şînî awat

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
حەقیقی
 2 Xulek  693 Dîtin
tem be ser çawim kişawe, ya ne řoj awa buwe?
şew be bejnî řoj biřawe ya qyamet řabuwe?
mangî xermanane bulbul bo nenałê pêşekî?
baẍî guł xałî debînê boye wa şeyda buwe
xasekew çîdîke naxwênê le kwêstanî wiłat
xałî sûr û řeş le kwê wek şê’rî to înşa buwe
daxekem bo şořeswarêkî le meydanî şeřef
darî teqłey řûy le piştî qeyser û dara buwe
toy ke zîndût kirdewe nêwbangî alî bermekî
ew şinewtûmane, toman dîwe, ey key wabuwe?
şa’îr û dengixoş û tîr’endaz û swarçak û sexî
çî řewştî çakî însanîn, le bał toda buwe
şa nebûy û lafî şayît lê neda, wek şa jyay
boye nêwbangî şyaw, şayanî «kamîl şa» buwe
gerçî zor pařamewe mergim wepêş mergit kewê
to ke «awat»y biłê awatî kê îcra buwe
şêst û ḧewt sałe řefîqî gyanî gyanîn pêkewe
xuşewîstîman lelay yek êste her sawa buwe
«xaneqay zembîl» û dersî medresey «baxçey gułan»
ewdemî xoş bûn ke ḧał û qałî toy têda buwe
bulbulî baẍî edeb řoyî le nêw baẍî gułan
guł werî êsta, le cêgey sûrî, şîn berpa buwe
bo meger paş to çelêkî dî qyamet řadebê?
bo meger ew meḧşere carêkî dîkeş řabuwe?
bo meger řołêkî dî wek toy debê daykî weten?
ya yekî wek to le xakî nîştiman peyda buwe?
bo meger řojêkî dî hełdê le mełbendî wiłat?
ta biłêm řojêkî dîş řołêkî dî awa buwe!
ẍeyrî to ey bulbulî baẍî gułistanî edeb!
key le řojaway meda řojêkî wa awa buwe?
wa «ḧeqîqîNasnava edebî» şînî mergî to degêřê «kamîlKesa»!
daxekem xanûy jyanî ta buwe şînga buwe