namey seyîd bo awat (6)

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
سەید قادر سەیادەت
 1 Xulek  506 Dîtin
demêke zemzemey şê’rêkî tom kake! le gwê naye
le kwêstan û çya sersewzekan qaspey kewê naye
gułî baxî edeb ger to nebî, min biçme kam gułşen?
ke hîç bax û gułêk ew bone xoşey xotî lê naye
hemû serçaweyek kwêr bêtewe xo awî namênê
keçî serçawekey çawim debû wişkayî bê, naye
le naxî sînewe hasan henasem nayet û naçê
kizey bay we’dekey xome, demê dê, serdemê naye
le herla dił becê dêłim biḧecmê û bigrê aramê
le hîç layêkî dî, lay to nebê, xo dił becênaye
nexoşî dest û pêy bestûm û dengîşim be kes naga
xiřey zencîr û desbendî kesî bê dest û pê naye
diłî nardote lat «seyîdNasnava edebî» ke neytiwanîwe boxoy bê
direngî pê deçê axir be ser dê, xo be pê naye