namey awat bo ḧeqîqî (2)

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  769 Dîtin
ger depirsî çone kamîl? kake! derdî karîye
birsîye, bê hêze, gêjuwêje, karî zarîye
roj ḧewasî pê nîye, şew xeste wu tenbeł dełêy:
kołekêşî kirduwe, takû seḧer hawarîye
wa biław û derhem û let let bû wek zulfî butan
fikir û eḧwał û ḧewasî, ’eynî towî şarîye
ẍeyrî kundî mał xirap û wişkesofî řîşdirêj
kê dełê em wexte xoşe? gerçî emrî barîye
mam melaş řebbî kutupiř bê, hedadanî nîye
karî her qûle û heraye, em sere û ew xwarîye
xoşîye lew, çunke mangî xêre, seriftirey heye
dek be zûxawî řeşî bê, her be fikirî zarîye
nan dexom emnîş be quzzełqurte, ça zûxawme
ger depirsî çon dejî «kamîlNasnava edebî»? bira! bê ’arîye