beharî naxoş

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  597 Dîtin
şemał hat bo lam, serbequř, ’aciz
henasesard û xembar û diłkiz
pêm kut to bo way? caran her be ẍar
dethêna mujdey fesłî newbehar!
debû zor beşaş,řûxoş û cwan bî
hênerî mujdey xêłî gułan bî
wełamî dawe şemał be dize:
hatim bo wiłat be şine û kize
ke mujdey newroz bênim bo hozim
çekuşî gerdûn şikandî pozim
dîtim le şîw û lapał û telan
dengî şîwene û waweyla û giryan
le ser çiłî dar hezaran bulbul
wek menceł dekułn, deden qułit û kuł
sed mecnûnim dî, řûteł le şaxan
be waweyla û şîn, be ax û daxan
bulbul bo guł û mecnûn bo leyla
wêkřa deyankird şîn û waweyla
le bîrim çowe peyamî newroz
biławkemewe bo gel û bo hoz
şêt û şeyda bûm hêndim xem xwardin
naçar cêm hêştin, be xudam sipardin