lafaw

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  762 Dîtin
hesta le wiłatî ême tofan
hełłaye, heraye, şîne, giryan
bê keştîy û nûḧ û şorte mawîn
małkawlî dem şepole’awîn
xêzan û minał û mał û patał
win bûn û cîhan le ême bû tał
lafaw heçî bû le mał, hemûy bird
taławî be zarî êmeda kird
çał piř bû le aw, genim řizîwin
dîwar hemû têk tepî û xizîwin
dest û pelman be aw tezîwe
dêwîş le şepole aw bezîwe
bê taqet û hêz û laremil mayn
mawêke bebê wiçan le awayn
nanûsrê kake! karesatî
lafawî beharîy û nehatî!
řûy kirde wiłatî kurdewarî
her mawete řeḧmî zatî barî
bêtû nezerê bika welaman
řeḧmê bewe wa le ser zewî man
hîwa ke nîye be ẍeyrî lay ew
řûnakî nîye bebê çiray ew
herçende ke xawenî gunahîn
şermende û zar û řûsyahîn
yařebbî wederxe řojî řeḧmet!
labe le ser em wiłate negbet
emnîş ke honerêkî pîrim
mustewcbî řeḧmetim, feqîrim
her sirweyî baye hewrî pêwe
řêjnêkî dekatewe leřêwe