kasey betał

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  512 Dîtin
ey zeman! ey kat! ey řojî řeşim!
le amanc, awat, hîwa, bêbeşim
temen dwayî hat, hat nehatîye
emanc û tase her awatîye
pîrî be carê zorî senduwe
ser be leşmewe be zor bend buwe
her haka zanît, berbowe le leş
bû be gepcařî mindałî řûřeş
ba ber şeqî den lêre bo ewê
wiçanê neden ne řoj, ne şewê
biłên ba bişkê kasey wa betał
her çake bête gepcařî minał
mindał! sed aman! nehêłn bişkê
le çawma abřûy çend sałem bitkê
diłopeyêke her tika, tika
boye detirsim, lêw dekem tika
deřjête ser řûy bê řeng û zerdim
ewîş debête serbarî derdim
mindał! nehêłn hênde damaw bim
abřûtkaw û zerdihełgeřaw bim
ałay kiłołîm ger bişnêtewe
ba abřûm le çaw bimênêtewe