hat û nehat

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  799 Dîtin
bangî xizman û hawałan dekem
hat û nehatî xom beyan dekem
pisam, hênd geřam her lêr û lewê
carêkî be řoj, katê be şewê
daxo do’ay kê le min karî kird?
xêłî hel û hat lay min barî kird
lem mawey jîne ke min řambiward
her xom be katî hel û hat sipard
keçî her nemdî katê hel dehat
herkatê hel hat, hatim bo nehat
sed xerman geřam be destî xałî
sed aşim lê kird, hîçim nemałî
hêşta cewałim bê genim û arde
tenûrî diłim hêşta her sarde
ax demdî demêk tendûrî germ
nanêkim dexward bê tirs û şerim
nazanim çerxî zeman her bo min
nemamî jînî kirdim serewbin?
ya kar û pîşey ew çerxe kone
her waye? çunkî wişk û bê řone!
be řon çewr ebê ya be xwênî gel?
ew xwêneş kengê? řojî xoşî hel!
yaxo wek kutim helim bo naye
boye gel bo hel her hełwedaye
bełam qeynaka, mafî xomane
em derkawderk û em banewbane
le hîç layêkî «awat» pêk naye
dił her nesrewt le hîç cêgaye