şîn û pêkenîn
Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
2 Xulek
831 Dîtin
ew ’aleme çî lê hat?! caran ke emin demdîn
sergermî ewîn, carê diłxoş û demê ẍemgîn
ga pêdekenîn wek guł, carêkî deyankird şîn
bo leylî û bo mecnûn, bo xusrew û bo şîrîn
herwek çuwe pêş çawan kakemem û xatûzîn
herkes be xeyałî xoy sergerm be karê bû
gîrodeyî mîhir û meyl, aşufteyî yarê bû
’aşiq be serî zulfî bê tab û qerarê bû
xatir le serî řêgay ahûyî tetarê bû
êstaş le fîraqî wan, min řoḧ û diłim degrîn
kwa bulbulî bêçare ta bêtewe gułzarî?
guł pêbkenê bo wî, ew nałe bika û zarî
bulbul be senagoyî, guł her be cefakarî
boçî? ewe bû mayey şeydayîy û diłdarî
boye le guł û gułzar bałinde hemû defřîn
ew ’aşiqî bêçare wa bê peř û bê bałe
yařebbî! çilon bifřê? pêbendî xet û xałe
mecnûn sifete û ’aşiq bew leylîye řeştałe
ya bo şekerî lêwî ’eynen wekû mindałe
řoj û şew û bê wextan ew mařze degrê qîn
derçûnî meḧałe dił, lem gêj û xul û çerxe
çun kozî ewe hêşta, sawaye, wekû berxe
yařeb! be kerem carê, lutif û keremit derxe
lem sext û çiřî çerxe, em ’aleme zû serxe
ey min be fîday xakî berderkî «îmamîNasnava edebî» dîn