key behar waye?

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  737 Dîtin
key behar waye gułim! xunçe demê pênekenê
bulbulî dił be şiney xoşî beyanan neşenê!
qet buwe ’aşiqî wek wî le sibey takû şewê
be tema bêt û keçî maçêkî lêwî nedenê?
gułî ewsałî werîwe, gułî parîşî çuwe
mege kay pareke wek ême be ba ka be şenê
peřupoy pakî werîwe le xeman, kwa melî dî
bibne hawałî xemî? taze le kwê pêy degenê?
ew hejare ke ewend tamezro mawetewe
meke lomey ke le nêw diřke, be doş her dejenê
emnîş kundim û her kwêye deçim wêrane
wekû taqtaqkere xom mamewe lêre be tenê
řîşekey xełfî hîway kakî «îmamîNasnava edebî» pirsin
wa pwawe, be serî êwe, be fû hełdekenê