befrî beran

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  665 Dîtin
seyrî çende sext û naxoşe bîsatî payîzî!
seg le sermana tezî, şêrîş le ḧand serma bezî
tem legeł befrî berana wa serî kwêstanî girt
ser berewjêr, kem keme dêwî sipî boman xizî
hat guřey pyawî lemêjîne û diřa cilkî hejar
kar û meř her kařeyane, bizneřûteş hełbezî
pîr û law, şêx û mela, her ḧez le tendûrê deken
milhuřîş deřwa be estoy kiz, be kûřî û mil kizî
carubarîş xozge xo derxa le nêw hewr û heła
zor be tirs û lerzewe, zerde be çawşarkê û dizî
hat nesîmêkî şemał û ta wiłat řeş katewe
daweşê! bê wade hat û wa ewîş gyanî tezî