saqî neye nabê!
Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
1 Xulek
981 Dîtin
hetakey ’aşiqî bêçare çawî her le derga bê?
biłê beşkem wederbê řojî ’aşiq, ca biłêy wa bê?
be sard û germî meylî yarî xom min řambiward ’umrê
le lay min bayî pûłêke, çi serma bê, çi germa bê
beramber şem’î řûy diłdarî min ba pêt biłêm çone
kesê ’aşiq debê, pyawane wek perwane sûtabê
hejar û derbeder bo koyî diłber ser deba pê bê
be ser ba bême derkubanî wî, ta hêzî pê mabê
muheyya nabê bezmî ’arfan, pîrî muẍan fermûy
hezar ’aşiq wexřibin, tawekû saqî neyê nabê
be nezim û nesrî xom her řêzî lê degirim heta demirim
le pîrî meykede, beşkim bifermê pyałeyê ba bê
«îmamîNasnava edebî» małxirap, çawî le destî saqîye, takû
be xoy û pyałekey bête penam û małî awa bê