beharî naxoş

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  1006 Dîtin
wa behar hat û bełam bulbulî dił bê neşeye
xunçe pênakenê, korpey netewe bê geşeye
kotir û qumrî, qel û dał, řêkî be cem çûnewe jûr
sard û sermaye wiłat, çołe cîhan, bê xişeye
kewî kêwî weřezin, çunke nebû şîn kej û ko
pêy nemawe guře, bê keyfe, le paşekşeye
pîregamêş le leweř kewtuwe, hełdêtewe jûr
mubtelay derdî giran û sedemey xişxişeye
herkesê xoşe diłî, kakî «îmamîNasnava edebî»! be xuda
pakî fêłe û tełeke, řêkî diroye û fişeye