şabaşî behar

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  628 Dîtin
wey wey çi beharêke! wek cennetî me’waye
wek bulbulî dił ’aşiq, awbirdeyî saraye
nîlûpeřî nêw awan, herçende kewa sawan
wek çî deçê ew çîn çîn? wek zulfî çelîpaye
şabaşî beharî kird, guł řiştî le xo şewnim
pêşwazî deka bulbul, daxwazî diłî laye
zerd û sipîy û şîne, çîmen be hezar řenge
řazawetewe wek bûk, bew etłes û xaraye
kêw û derudeşt sewze, xunçe hemû pişkûtin
lem fesłe gułî nêrgis, wek çawî temaşaye
swêsin bû zimanî girt, lew xoşîye wek şa’îr
deygut gułe, guł bûke, her bulbule zawaye
lem kate nema kes kiz, her sofî û derwêşin
bê maye û diłřêşin, bêbeş le hemû kaye
ser hêlke û hêlane, kuřkuř kiř û kew kewtin
tenya diłî małwêran sewdaser û şeydaye
daxwazî dił û bulbul hatotedî lem kate
«kamîlNasnava edebî» ke be tenyaye «awat»y becê naye