nabûjêmewe

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  967 Dîtin
to be zexmî me’dewe detlêyewe
min be derdî mergewe dexulêmewe
cerg û dił bo to birîndare «’umerKes»!
her bibîsim ’aczî, dekulêmewe
yaxuda derdit le řoḧî min kewê
ger qezay tom lê kewê dejyêmewe
to bimênî, nocwanî, çatre
min ke pîrim ba biřom, bibřêmewe
mameket çend řoje bot bote kebab
lêm geřê yekcarî hełqirçêmewe
zor beharêkî siřusarde le min
wişk hełatûm, taze nabûjêmewe
ca meger to bêyewe bokanê zû
ba minîş bo lat be xoşî bêmewe