daxî to sexte

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  768 Dîtin
daxî to sexte le ser dił, çił deda û dekulêtewe
mamî pîrîşt le tawit gyane her dexulêtewe
mangî řêbendane boye bendî cerg û dił pisa
herke bîrî to dekem, dekulêtewe û depsêtewe
’alemit sûtand be mergî xot û emnîş cerg û dił
herwekû şem hełbuwe, degřêt û nakûjêtewe
ew hemû exlaqe şîrînet legeł pîr û cewan
dek kutupiř bim, egersatê le bîrim çêtewe
befir û sermaye û diłîş řêgey be carê bestira
befrî xem kengê le ser bistûy diłan detwêtewe?
tem wiłatî girt û xem daygirt hemû xawen diłêk
ew girêpûçkey le ser dił, daxo key dekirêtewe?
daxo taze guł le baxan şîn debê bê şa’elî?
daxo korpey cwanî hîway gel erê deşnêtewe?
taze nabînim ewane tawekû řojî ḧeşir
řoyîn û nabîndirên, taze zeman nayêtewe
sałî penca û no bû, řêbendan bû, bendî dił pisa
wa pisa cerg û diłî «kamîlNasnava edebî» ke yek nagrêtewe