beharî taze

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 2 Xulek  914 Dîtin
ewa çemen be ’îşqî guł, derî şe’ef dekatewe
be feřşî bergî nesteren, bîsatî řadexatewe
le her çiłêk û her gułê, newayî bulbulî ḧezîn
le her kunêk û qujbinê, sedayî dił dedatewe
çinar û seru û narewen, be dem nesîmî berbeyan
welerze kewtin û deçin, be pîr demî ḧeyatewe
demî nesîme wa ke dê, nesîmî muşk boyî guł?
weya şemîmî diłistan, be mujdeyî necatewe?!
sirîle hatuçoyetî, be sirte giftugoyetî
be sirwe pêm dełê ewa beharî taze hatewe
’eceb beharî diłguşa, qedem be xêr û canfeza
çi xoşe baye wadekey, ke dête nêw wiłatewe
jyawe dił be sirwekey, gułateşîn geşayewe
heres kişawe ser çya, feqîre zor be matewe
biłê qişûnî guł bedił wederxe takû firsete
be tepił û topewe were, be leşkir û supatewe
emin le talî’î řeşim, cemałî řûte arezûm
xizabuwe hewrî negbetî, ewîş ewa hełatewe
leber kizey mirim seba, ke xunçe hate pêkenîn
xemî hezar sałe ew, le bîr beşer debatewe
«îmamîNasnava edebî» wek sirîlekan legeł diłî qisan deka
ewîş be sirte pêm dełê: beharî taze hatewe