řojî zefer

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  656 Dîtin
werin tuxwa, ke çawim wa le mełbend û guzertane!
werin, řoḧim wekû perwane dayîm dewrî sertane
çiran, emma wekû xor dewrî xotan kirduwe řûnak
şemin, emma lebatî êwe dîdem çawî teřtane
metirsin gyanekem katî xeter te’mînû ḧasił bê!
ke min gyanim le pênawdaye, qełẍan û supertane
biła tîrî beła her bo minî bêçare bê çake
ke soz û nałenałim hemřehî řojî sefertane
werin «turcanî» û «zenbîlî» û «cemyanî» xêrayek!
mufeřřeḧ ken diłim, her çaweřêy bas û xebertane
mełên barîwe sermaye, ewîş neymawe sermaye
heme; ger êwe ẍewwasin, eşk beḧrî guhertane
le zenbîl takû êre nîw se’at nabê be me’lûmî
desa teyken be ẍar ew řê nizîkey wa le bertane
werin gyane! wederxen gewherê lem beḧre ta mawim
newek bimirim, desubird ken kesim! řojî zefertane