pîrî
Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
1 Xulek
1003 Dîtin
pîrî wa hat û ecel lêm dyare
řenge řamkêşê berew ew xware
kwêye ew xware? dełên cêm qebre
goře, xofnake, gyan bêzare
ey xudaye! betenê lew goře
çon bimênim, quř û berdim bare!
carî ewweł quř û gił bûm û xuda
gyanî pê dam û ke çî em care
wirdewrde be xeyałe bedenim
têk biçê, bêtewe gił dûbare
bedenî naskî nerim û şilî min
xo lewê tu’meyî mişk û mare
bêkes û bêder û mał tarîk xom
çaw degêřim her etom lê dyare
ey le hercê hey û nîşe cêgat!
katî řeḧme be minî bêçare
ger lewê girpe neka şem’î kerem
teng û tarîk diłekem, xembare
to «îmamîNasnava edebî» ke bijî ya bimrî!
erxeyan be, betenê xwa yare