sewda

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  592 Dîtin
be yadî diłberî sewdagerm wêrane awa bû
hemû bazař û şarî dił kewa bê şoq û sewda bû
giley pêm hate ser, çunke serim dana le pênawî
be ser çûm, řaste em sewdaye سەûداێیکی bê ca bû
be řemzî çawî mestî xot îşařêkî le dił fermû
bizane boçî bê bade ewende şêt û şeyda bû
nîyane řeẍbetî şîrînî mestan, řoḧî şîrînim
be maç wernagirin lêm, bezmî ême boye sa wa bû
ke yadî diłberim teşrîfî birde naw diłî zarim
le beynî ’eqił û ’îşqimda le ser ew şoxe de’wa bû
emin kêm? dił le qîs çû; kwê deçim? saray cinûn; boçî?
legeł mecnûnKes řefîq bim, ta bizanim çon le leylaKes
«îmamî»Nasnava edebî maweyek bû meşqî řemzî çawî mestî kird
lepiř mestî be serya hat û sist û pest û řîswa bû