kizebay şemał

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  668 Dîtin
be sirwet pê dełêm çawim, kizey dê bay şemał ewşo
çizey dê cergî birjawim, bebê polû û zuxał ewşo
ewa tîpî beharî dest be nêze çûne ser befrê
şika piştî kilîley quřbeser wek pîrezał ewşo
seraser feřşe çîmen bo qudûmî bûkî guł, boye
zimanî girtuwe her çeşnî tûtî, kunde lał ewşo
be teşrîfî şine, şewbo û nêrgis pakî pişkûtin
le xoşyan bulbul û qumrî dekewne qîl û qał ewşo
kuřukał dem bexenden, kîjukał piř ’îşwe wu nazin
bizey dê ẍemze wu řemz û îşarey çawî kał ewşo
ewa her çaweřêye nêrgisî şehla be tenyayî
be carê bû sipî çawî be ummêdî wîsał ewşo
be dengî bulbul û qumrî, temaşa dił çilon degrî!
dełê bigirin be dił qedrî, cemałî kîjukał ewşo
«îmamîNasnava edeb herwekû bulbul be hîway pêkenînî guł
denałênê le ser her çił, be yadî xetit û xał ewşo