çiş lem û lew
Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
1 Xulek
759 Dîtin
ey xalîqî řoj û şew! řojim řeşe her wek şew
şew her le xeyałî em, řojîş be humêdî ew
ta key be humêdî ew, ta key be xeyałî em?
yařeb ew û em bes bê! hem çiş lem û hem çiş lew
řoj û şewî ’umrî min, pakî be ’ebes řoyî
řoj xwardine fikirî min, şew her be xeyałî xew
em ’aleme fanî bû, îtir be xeyałî çî?
kwa şah suleyman û eskenderKes û keyxusrewKes?
heste biřo berderkî xasanî xuda «kamîlNasnava edebî»!
bimre, ke le paş fewtit her ’îşqe deda piřtew