usulî îman

Li pirtûka:
Hedyey Kurdistan
Berhema:
Cewherî (1875-1958)
 4 Xulek  569 Dîtin
usulî îman şeşin, pêş xirên
usulî îslam fer’in, dwa xirên
zanîn û baweř be esłî îman
wacbe leser hemû musłiman
bab û bapîrîş feřze leseryan
te’lîmkirdinî ewladî xoyan
danrawe îman leser şeş esił
baweřyan pê bikey be yeqînî dił
beyanyan dekem be şê’rî asan
ta lerberyan ken şagird medresan
esłî ewweł
ewweł baweř be zatî xudawend
buwe û her debê bê bab û ferzend
herçî mexluqe gyandar û bêgyan
her le melayk ta cîn û însan
erz û asman, herçî têydaye
xelq û řizqyan tenha xudaye
be zat û sîfat debê bînasî
îmanit nîye eger neynasî
sîfatî xuda bêḧed û zorin
ḧewtyan qedîmin wek xoy bêcorin
ewweł ḧeyate, yanî zinduwe
her zindû debê, qet nemirduwe
duwemîn ’îlme, yanî zanaye
bewey buwe û dê leser dunyaye
sêyem qudřete her karê bika
le kes natirsê, detwanê bîka
çwarem îřade, yanî pêy dekirê
herçî meylî bê, kes řêy lê nagrê
pêncem besere, yanî debînê
mêrûlesurêk lejêr zemînê
şeşemîn sem’e, yanî debîstê
win û aşkira le deng û hestê
ḧewtemîn kelam, yanî goyaye
mûsa bû bîstî dingî xudaye
ew sîfetane be řastî û yeqîn
zatî xuda nîn, lewîş cuda nîn
esłî duwem
esłî duwemîn le esłî îman
baweřîykirdin be melayîkan
cismêkin letîf, bê xew û xwardin
daym meşẍûłn be ta’etkirdin
hemû mutî’î fermanî xudan
ewende zorin piř erz û asman
ewey bibarê le befir û baran
me’mûrin le bo hênan û danan
esłî sêyem
esłî sêyemîn kitêb ke hatûn
bo pêẍemberan hemû berḧeq bûn
qur’an bo muḧemmed, tewřat bo mûsa
zebûr bo dawud, încîl bo ’îsa
kitêb û kaẍez herçî ke hatûn
kelamî xudan, ḧukmyan wacb bûn
qur’anî mecîd ke hate xwarê
nesix bûnewe hemû be carê
esłî çwarem
esłî çwarem baweřye be dił
enbya ḧeqin sadîq û kamîl
hemû zîrekin, zana û ’aqiłn
sêsedusêzde lewan muřseln
xuda nardûnî ke be ummetyan
nîşan den tewaw řêy şerî’etyan
her emrê fermûy xuday zulcelal
ewan geyandyan tewaw û kemał
heryek řesûł bûn bo ser mîlletêk
firistade bûn bo ser ummetêk
saḧêbî qur’an muḧemmed emîn
firistadeye bo ser ’alemîn
dway fexrî ’alem řesułêk nabê
şer’î demênê heta dunya bê
eḧwałî ḧezret lêreda temam
nałêm ba bimênê ta řuknî îslam
esłî pêncem
esłî pêncemîn baweřye be řast
řaste qyamet řojî bas û xwast
pirsyarî qebir û zîndûbûnewe
ḧeşrî mexluqat wekobûnewe
kêşanî ’emel le xêr û le şeř
pirdî sîřat û xwardinewey kewser
beheşt û duzex dirust kirawin
bo wextî xoyan ḧazir kirawin
şefa’et, yanî tika le xuda
le deştî meḧşer necatman bida
le meḧşer deřon deçne pêy ḧîsab
’emel dekêşrê le çak û xirap
ewey kafre deçte cehennem
ebedî debê car be cehennem
eger be îman ew kese mirdibê
le cehennemda ebedî nabê
be’zê bêḧîsab deçne beheştê
tawandar beqed tawan desûtê
beheşt zor xoşe cehennem awre
beheştit dewê řêy şer’ bigre
’emelit ça bê cezat ne’îme
řêgey xuda bigrî sizat ceḧîme
esłî şeşem
şeşem baweřye be qeza û qeder
be xelqî xuda çî xêr bê, çî şeř
řazî be xêr nařazî be şeř
çake řeçaw ke xot la de le şeř
le qeza û qeder çî dîke medwê
barîkeřêye pêt hełdekewê