bo hawałî řoyştû

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  590 Dîtin
lew wextewe řoyştuwe lam hêzî dû ejnom
hawřengî gułî zerdim û hawdengî kizey xom
perwanem û emma nîye şem’ê ke bisûtêm
xem bû, ke werandûye le min herçî peřupom
ya bulbulim û nîme gułî bax û le daxan
lem qoncire hêlaneye wêraneye nařom
heste werewe řoḧî řewan, mayeyî jînim!
herçêkî xetay toye, emin deyxeme estom
«kamîlNasnava edebî» betenê mayewe, ejnoyetî hawał
boye be xem û derdewe êstê desew’ejnom