espî negbet

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  534 Dîtin
min ewa ẍerqî gunah û qeswetim
ẍerqî beḧrî pîsî qûłî şehwetim
xo be çabuk swarî meşhûr bûm, keçî
çunke zor serkêş bû espî negbetim
wa hełîgirtim le řêy hat û nehat
çû ser û mał û jyan û serwetim
hênd le dar û berdî dam, kelleřeqe
her nema lam kake, şan û şewketim
bew hemû barî gunahem xo xuda!
çaweřêy derkî herawî řeḧmetim
min wekû şêrî jyan bûm, êsteke
mameřêwyêkî kiz û bê heybetim
her wekû řêwîm, ewa lêre û lewê
ey «îmamîNasnava edebî», her xerîkî firsetim