kerey kird be zeng?

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  840 Dîtin
ewşo le bezmî yarî şox û şeng
’alem xiroşa, têkřa bê direng
çi bezmêk? bezmî key û keyxusrew
çi şoxêk? şoxî bê ’ar û bê neng
wa koř řazawe bê eẍyar, ewçel
bom têke meygêř, şerabî gułřeng
ziře û xiřey dił, ah û nałey ney
çirîkey tar û zirme û girmey çeng
gyanim sewda kird be pyałêk, saqî
maçêkî baqî damewe, bê deng
lem sat û sewda, lem saqî û baqî
yaran diłxoşin, dujminan diłteng
perî çote baẍ, guł bê birew ma
bê şewq û zewq, bê bon û bê řeng
baxewan řûteł, boy wederkewt
wek dełên: bulbul mayey bû be seng
lem gêre û kêşey ’îşq û diłdarî
lem hera û bezmî yarî şox û şeng
daxo ewîndar çî we çeng kewt?
ya xo «îmamîNasnava edebî» kerey kird be zeng?