leşkirî egrîce
Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
1 Xulek
860 Dîtin
destedeste be sefî leşkirî egrîce be řêz
’îşq û ’eqiłim legeł ew deste deken ceng û gurêz
qedî ałaye ke haławete řuxsar û biro
şêr û xurşîde ’elamet, çi cwane, çi beřêz
efserî leşkirî egrîce dû çawî cengîn
her dewengêwê be tîrî muje, herdû xwênřêz
sengerî ẍemze debestin le kemîngay çawan
wekû řawçîn û deben bo diłî zarim parêz
xusrewî sełtenetî miłkî wicûde ’îşqî
’eqłekem merkebî xoşřoyetî çeşnî şewdêz