şarî mestan
Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
1 Xulek
1102 Dîtin
êre wişkaroy hemû cêge û wiłatane meger?
wek diłî min teng û tarîk, boçî ẍemdane meger?
wa şipirze û têkçuwe, çêştî micêwir baştire
bêkes û bêder, hetîwî derkubanane meger?
basî nanit kird le hercê, sed nefer estokeçe
em wiłate qaqře cêy qûtî latane meger?
çerxî gerdûn bo le ser min carê xul nada, çîye?
boçî negbet her beşî min? her le min cwane meger?
meskenî cinin û perî herkes debînê şêt debê
em bequřgîrawe bo cêy ẍeyre însane meger?
la’ubałî û bê xeber, laqeyd û bê tedbîr û řa
kes le kes gwê nagrê, bo şarî mestane meger?