edebî yonanî û kurdî

Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 22 Xulek  2217 Dîtin

bêguman jyanî însan wekû bêşełan piřyetî le hemû core tergez û çakeyek. betaybetî însanî pêş tarîx, ke eme hîç lapeřeyek naygêřêtewe . wekû jyaneke waye, cîhanekeş be xoy û asman û felekekanyewe litu xiraptirin û telîsmekayan lew girantire. ewnde heye heta ademîzad zyatir hatote pêşewe, taqîkirdinewe zortir naçarî kirdiwe bewe ke leşt wird bêtewe; lewe wird bibêtewe bizanê em kewne çîye? em estêre û řoje çîn û çon esûřênewe? çon ademîzad û gyanleberekanî tir dirustikirawin? we bo çî em gułe sûre û eweyan zerde?!. lemane wird botewe û xerîkî buwe û koşşî ewî kirduwe ke biga be wełamêk. emey kirduwe, bełam wenebê twanîbêtî ademîzad û ẍeyrî ademîzad leyek bikatewe- wekû êse lêk ekirênewe- lay wabuwe hemû kewn yek şite û hemû gyanleberêk gyanêkî heye wekû gyanî ademîzad; newek her gyanleber, bełkû dar, ba, řoj û mangîş her gyanyan heye, we herke bo xoyan wekû ademîzad le karubarî jyana serbexon.

ca leber em baweře ademîzadî pêşû le tebî’etî kołîwetewe û wîstûye ḧeqîqetêk werbigrêt.em lêkołîneweye naçarî kirduwe be honînewey qise û řêkxistinî ewcore şitane le ademîzad bweşêtewe û le dar û dewenekeş her bweşêtewe.bo her zahîreyek efsaneyekî danawe. ême nawî be efsane ebeyn, egîne le ḧeqîqeta ew şite ew daynawe, awêney ’eqłîyetî buwe. wate: eqłîyetî bo dozînewey şit her ewnde biřî kirduwe!. ca her em ademîzade ke netewey ademîzade pêşuweken, ke wîstyan dest biken be dananî edeb û kirdinewey qapî edebyatewe, hîç çaryan nema ebwaye efsaney ademîzade seretayyekanyan bihênaye û byan nûsîyaye. ew efsanane ke dem be dem egêřranewe û her bereyekîş ke ehat be pêy jêrî xoy şitêkî lê zyad ekird û beşî xoy exsite serî!

dyare em efsananeş ke ebin be binaẍey edeb, ebê bepêy kem zorî zewahîrekan bêt. seyr ekey efsaneyek seretay ’alem û seretay dirustkirdnî însan egêřêtewe, efsaneyek perdey jyan egêřêtewe ke çon ademîzad fêrî řimbazî û swalet dirustkirdnî û kiştukał buwe?. yekêkî tir qise le çonyetî mang û řoj û estêrewe eka, efsaneyek karubarî paş mirdin egêřêtewe. emaneş boye wa zorin, çunke zahîrekanyan zorin; yanê eger kewn ya řoj ya mang ya ademîzad ya perdey jyan nebwaye, dyar bû qise le hîçyanewe ne’ekira. mebest be zahîrekeş ew taqe şiteye ke buwe be hoy efsaneke. em efsananeş ke pyaw lêyan wird ebêtewe, weku le me’nada hemû yek bin waye,çunkehemû le yek nuxteda ebin be şerîk ; ew nuxteye ke aşnayetî «nêr» û «mê»ye pêkewe!. ca em nêr û mêye îtir çe le ademîzadekeda bê, çe leẍeyrî ewa, yanê: em ẍerîzey arezûy cûtbûne bo hemû şit heye.

em bîrubaweře serî ademîzadî kêşaye lay ew ke baweř be çend xwayek bika û heryeke le şwênêka danîştibin û her yeke core îş û karêkî ademîzadeke hełsûřênin!. weku çon hendêkîşyan hîç îşyan nîye, tenya dujminayetî kirdin nebê legeł ademîrada. ademîzadekeş boye nwêj û nyazî bo ekird le tirsî zyanî, newek leber xoşewîstî!.

lêreda seyr ekît efsane emû bûn behoy ewe ayîn dirust bibê. leber ewe serçawey edeb bû bem efsanane û efsanekanîş aşnabûn be ayînewe. ayînîş be dirêjayî zeman her peristişgakanewe biław bûnewe.peristişga le zor cêgay ’alemî konda bêşkey edeb buwe, wekû êsteş le kurdewarîda her mawetewe.

eme řêkewtêkî zor seyre! -wekû tarîxîş boman egêřêtewe- hemû qewmekanî serzewî le efsane û goranî şe’bî û dirkandinî ’atîfeda wekû xêzanî tenya binemałeyek bin wane, hemû be yek deng û le ser yek tel deng edenewe; seyr ekey goranî řojełat legeł goranî řojawada natwanî lêkyan cya bikeytewe.çîrok û dastanî hemûqewmêk ba zor dûrîş buwêtin leyek- çe le zemanda- wekû leyek tenûr hatbêtne derewe wane, ya eger le tenûrêkîş nehatbêtin her zor leyek nizîkin. ca aya em keresate ebê her řêkewt «misadfe» bêt?ya ewe bêt ke řomanî û cirmanî, yonanî û îẍrîqî, hînd û fars û kurd legeł berey eskendinawe û řûsda hemû biłên:serçawey efsane û dastanî ême lew tîre ademîzadewe hestawe ke pêy ełên:«arî» û le şaxekanî asyay naweřastida da enîştin le pêş eweda biławey lê kene řojawa hendêkyan qewmekanî awrûpa dirust biken?....

řengibê eme bêt, eger yekêk nełêt: xo em lêkçûnî efsaneye le beyn qewmekanî arî û ẍeyrî arîşda er heye!. eger ew kese eme biłêt,ełêyn: kewabû serçawekem le eqłî yekemewe hełgîrawe ke comałî be ser hemû qewmekana kirawe!.

lêreda bo wêne yek dû nimûne le efsaney yonan dênînewe, we yek dûyekîşî le hî kurdî. hî yonanîye ke bo ewe ke karêkî zorî kirdote ser edebî ’alem be têkřa, we le ser edebî awrûpa be taybetî .hî kurdîyekeş bo ewe bitwanîn çawêk bixşênîn be edebî em dû qewmeda - kelem řojełatî koneda danîştûn - çe le konda û çe le tazeda. ke ememan kird, yekem ewe der’ekewê ke tirazûy eqłîyetî dû qewm dête dest, dûhem beramberêyke le beyn em dû edebeda le barî cewherî edebda!.

qisey « kîwpîd û seyke» (kîwpîd= xway diłdarî, seyke= nefsî.).

«seyke» kiçêkî yekê le padşakan bû, ewende cwan bû ewnde cwan bû, «vînos»- ke xway cwanî bû- witî: çon ebêmin xway cwanî bim û em kiçe bem cwanîye berberekanêm bika!. hat be «kîwpîd»y kuřî xoy wit ke «seyke» bikujêt ba îtir kes nemênê berberekanêy cwanî ew bika!.kîwpîd çuwe ser serînekey seyke bo ewe bîkujê! ke seyrî cwanîyekey kird herwa şêt bû û diłî lêy çû, swênî xward ke nazdarêkî wa bê gunaḧ lenaw nebat. bełam le ber qisekey daykişî herwa têrîkî be diro řuwew singî hawêşt. înca hemû car le tarîkî şewda eçû bolay û em peymaneşyane best ke seyke ne lêy bipirsê nawî çîye û ne temaşay řûmetîşî bika!. eger xo peymanekey nebird beřêwe, bełam le diłya her bûbû be girê. heta şewêk xoy negirt û hesta çirakey dagîrsan û temaşay řûmetî kird. kutupiř diłopê le řon gerçekeke kewte ser řûmetî kîwpîd û xeber buwewe. her hesta û le kune beřojekewe çuwe derewe û hełhat û tora. seyke tûşî êş û azarî yarekey bû, koşşêkî zorî kird ta aştî kirdewe û hênayewe bo lay xoy.

***

efsaneyekî wa le kurdîda ełê:

«guł» û «bulbul» le beheştida herdûkyan le ser kanyawêk bûn. «guł» perî bû, «bulbul» firîşte. guł temaşay kird bulbul cwan çake û zor jîrîşe, diłî lê çû. pêy wit min peymanim legeł itim kanyawe kirduwe ke mird be kes nekem, bełam kiçêkim le sikaye nawim nawe «bo =bonxoş» etdemê. toyş ebê peymanim bideytê ke be lay kesewe xust nekey. ewîş witî: başe. ser le êwarê guł çuwe ser kanîyeke û pirsî pê kird ke min biřyarêkî wam dawe be bulbul.ewîş witî: başe, bulbul firîşteyekî cwane. hatewe be sikpiřî û çuwe serbanu çawî lêkna û řakşa bo ewe kiçekey bibînit. bulbul hate serî, le xoşîyana destî kird be hera hera!. carcar guł le jêr lêwewe çawêkî ekirdewe û pêy ewt: kure xust meke!. ew her zyatir germ ebû. heta kewte demedemî beyanî, kewte ew kate ke guł kiçekey bibê.«ba le dûrewe gwêy le dengî bulbul bû - ewîş demê bû diłî çûbû le «bo» - ke gwêy lem xuste bû be heřakirdin hat, bulbulîş ewendey çirîkandibû şeket bûbû xewî lêkewt! «ba» kirdî be «bo»da û fiřandê. bulbul ke xeberî buwewe seyrî kird «bo» nemawe!. le gułî pirsî? ewîş witî exir nemut deng meke?!. ewne «ba» hat diłî pêwe bû birdî. serlenwê biřyaryan bestewe bulbul her wazî nehêna le goranî şadî heta le beheşt deryan kird.êsteş her hawar eka û egrî, êstew ewsa negeyştuwe be bonxoş.

temaşay em dû çîroke ekeyt herdûkî efsaneye û heryeke be qewmêkewe serî hełdawe, bełam le nuxtey cewherîda wekû hî yekêk bin waye. leweda ke nefis nabêt ewende le xoşewîstîda řo biçêt û biçête xwarewe, egîne lêy dûr ekewêtewe û cyayî ekewête beynyan. ewende heye le kurdîyekeda ewîşî têdaye ke herkesê ebê legeł řegezî xoyda aşnayetî peyda bikat bo diłxiwazî, egîne bêganeperestî eme serencamî ebê!. eme nimûneyêk bû le efsaney yonanî beramber be efsaney kurd. înca beynî şî’rî melaḧîmî yonanî û kurdîda.

***

le sedey nohem ya dehemî pêş mîladda şa’îrêkî kwêr le şarekanî yonan le asyay biçûkda egřa û efsaney konî ekird be şî’ir û bo merdimî exwêndewe. ełên: em kabraye «homir» ya «homîrus»y xawenî «elyaze » û «ozêse»y yonanîye.hendêkîş ełên: elyaze û ozîse dû dastanî konî yonanîn û bedrêjayî zeman danrawin, her şa’îrêk hatuwe şitêkî lê zyad kirdû, wişey «homîros» řemzêke bo ew şa’îrane ke destyan xistuwete em dû dastanewe. bełam ew qiseye zortire ke hî şa’îrêkî tenya bin. boye pêşînekan heryekê şwênê ledaykibûnî homîrosyan nisîbet dawe be şarekey xoyanewe.

jyanî «homîros» zor tarîk, çunke ew serdeme ke mêjûnûsekanî yonan wîstyan pyawekanî xoyan bas biken - wate le sedey pêncim wiçwaremî pêş mîlad - her ewendeyan le homîros ezanî ke efsaneyêkî way heye û hîçî tir. tenanet le dewrî efelatûn û erestûda bibřay bibřay hîç agayan le şa’îre konekanyanewe nebu; boye agayan lêyan nebû, çunke şitumekî çap lenawa nebû ta byanzanin. ew şî’raneş ke le homîrosyan egêřayewe her demawdem bû û le yekyan ebîst - wekû ḧałî kurd ta em dewreş - wa der’ekewê em elyaze û ozîsey homîrose le seretawe wekû êste řêkupêk nebuwe bełkû le sedey şeşemî pêş mîladda wa řêk xirawe, herweha gumanîş leweda nebû ke em şî’rane hî homîrose, ta axir û oxrî sedey hejdehem, lem wexteda «firîdirk wulv» ’ałmî ełman, em qiseye hênaye nawewe û diłî xełkî kirmê kird bewe ke aya em şî’rane hî homîrose yan ne?.êsteş hêşta her betewawî saẍ nebuwetewe. înca bizanîn elyaze û ozîse çîye û çon etwanîn şitêkî kurdî le beramber ewewe dabnêyn?

«elyaze»: kobûnewey zemawen bû«çuno» û «vînos» û «mînirvan» sê xwajin bûn. ewanîş lew kobûneweyda bûn. «îrîs» xwajnî nakokî sêwêkî hêna û em wişeye leser hełkend: «bo xwajnî cwanî» û fiřêy daye nawyanewe . sê xwajneke bû beşeřyan, heryekeyan eyut: min xwajnî cwanîm. xway here gewre «çupîtir» biřyarî da ke«parîsî» kuřî «piryam»- padşay tirwade bibêt be nawbijîkeryan." parîs» ḧukmî bo «vînos» kird û sêwekey daye. parîs bem kirdeweye ke twandî xoy kird be dujminî xwajnekanî tir. zorî pê neçû parîs swarî derya bû û çû bo yonan û bû be mîwanî «mînîlawis» padşay «îspirte»xanexoy xizmetî em mîwanye zor cwan kird, bełam mîwaneke napyaw derçû, diłî çû le jinekey ke ke «hêlîn»y naw bû û zor cwanîş bû, hełî xiłetand û legeł xoy birdî bo şarekey xoy - şarî tirwade - .

em kirdeweye becarê mînîlawsî seẍłet kird, leşkerêkî zorî kird û deng hemû padşakanî yonanî kird ke yarmetî biden bo ewe ke biçêt jinekey bihênêtewe.lem padşayane «pulîsînir» û «exîyl» û «egas» û «dîwmîd» û «nistûr»û «egamemnûn»- biray mînîlawis - ke emane hemûy pałewan û pyawî gewre bûn, qiseyan daye. egamemnûn kira be serokî leşkerî yonan, «hîktor»yiş ke kuře gewrey «piryam» padşay tirawde û mêrdî «endiromak» bû - kira be serokî leşkerî tirawde. xwakanîş bûn be beşewe: herbeşêkyan nayane pał leşkerêk. «çuno» û «mînirvan» dyane lay pał leşkerî yonan bo ewey tołey xoyan le parîs hawřêkanî bikenewe «vînos» û «mars» - xway şeř - dayane pał leşkerî tirawde «nîbtîwin» tozê meylî ekird belay leşkerî yonanewe. bełam «çopîtir» û «epolo» xoyan bebê layengerî hêştewe. em şeře 9 sał dirêjey kêşa, lepaşa kêşe lebeyn «exîyl» û «egamemnûn»da peyda bû. çîrokî «elyaze»lem kêşeyewe hił’estêt !

leşkerî yonan řişanewey tê ekewê, jîrley merê ełê: leber ew egamemnûn bê peymanîyekey kird be kahînekey - epolo- tîre zehrawîyekey tê girtin û bem derdey birdin. «exîyl» lem bê peymanîyey egamemnûn tûře bû û witî îtir min le leşkerî yonanda şeř nakem û geřayewe û «sîtis»y daykî exîyl le çupîtir pařayewe ke yarmetî kuřekey bida bo ewe tołe le egamemnûn bikatewe. çupîtir le xewa be egamemnûnî wit: ke biçêt bo tirawde wigoya eygirêt. egamemnûn bem xewe destixeřo bû, hesta çû bo tirawde. herdû leşker řîzyan best, tenya exîyl û hawřêkanî nebêt, tûře bûn leserey ceng hatne derewe. lew kateda ke dû leşkirî yonan û tirawde leberamber yekewe westabûn. we şîryan leyek esû, «mînîlawis» řûy kirde meydan û daway parîsî kird witî: leber ewe ew jinekemî birduwe û ême bûyn behoy em şeře, ebê xoy bibêt meydandarîm legeła bikat, parîs ke gwêy lem qisewe bû, le leşker hate derewe û řûy kird meydan. ئێەر herdû leşker şeřyan westan û seyrî karesatî em dû swareyan kird û lepêşa parîs řimekey awqey mînîlawis kird, bełam zirêkey neyhêşt řimeke karî xoy bikat, înca nore kewte norey mînîlawis, daway yarmetî le «çuv» kird, řimekey řaweşan û hawîştî bo parîs, zirêkey kon kird dest weşandinêkî giran bu, swarekey xiste mirdin. zirêkey diřî, bełam parîs hêşta xoy neda bedes mirdinewe. mînîlawis xêra şîrekey le kalane zêwînekey derhêna. destî berz kirdewe û hênaye xwarewe beser nawçewanî parîsda, şîreke wird bû! parçekanî bedeste wişk buwekeyewe mayewe. înca witî: timaşa ke ne řimekem kewtuwe û ne şîreke şikawe !. ew le herdûkyan řizgarî bû. emey wit û pelamarî dujminekey dayewe. ciłewî û łaẍekey şil kird û xoy nizîk kirdewe le parîs bo ewey řay bikêşênê bo lay leşkerî îẍrîq. emey kird. bem îşey naw û serkewtinêkî berzî wergirt. eger vînos xoy negeyndayête parîs. mînîlawis seyrî destî xoy kird. temaşay kird tenya taskiławekey bedestewe mawe. hełîsûřan û hawêşey bo naw hawřêkanî, hawřêkanî be ẍełbeẍełb ledewrî taskiławeke ko bûnewe. swareke ser lenwê xoy ko kirdewe bo ewe xwênî dujminekey biřêjê, çuwe layewe û řimekey be tûřeyyewe bo řaweşand. kutupiř ew xwajne ke diłdaran diłyan lê eçêt, peyda bû - mebest vînose - bo ewe dîsan yarmetî dostekey bida lem meydaneda. ewî wîstî be xêrayî cêbecêy kird. etwanê bîka, çunke xwajnêkî be desełate. pêçay le parçe hewrêkî cwanewe û le çaw gumî kird. birdye jûrekey xoy - jûrî parîs - pişûy pya hatewe û wirey pêdayewe.

uzîse: eẍrîq tirwadeyan girt û mînîlawis «hîlîn»y jinî sendewe û hênayewe bo «îspirte». pałewanekanî îfrîqîş hemû geřanewe bo wiłatî xoyan, tenya «pulîsînir» nebê, «penlup»y jinî û «telmakis»y kuřî her çaw le derga bûn, ke ewîş bigeřêtewe û bo xoy le şarî «asaka»da hemû pêkewe bo xoyan řabwêrîn. ke çî ew lewlawe tûşî diłxiwazî û meynetî diłaramî bû. efsaney uzîse dest pê eka. ewende heye pêwîst naka ême leserî biřoyn û bîgêřînewe.

***

zyanê be binaẍey baseke naga’eger beranber bem efsaney yonanîye dastanêkî bihênînewe, we em efsane û dastaneş leser lewḧeda yekêk nebin, we ya lêkewe dûr bin herweha nabê kesîş ewe biłêt ke wa: çawman lewe poşî le basî berawirdî edebî kurdî legeł edebêkî bêganeda, ebwaye ew dû şite ke exrêne dû takî terlizuwekewe pêwîste le yek şitewe qiseyan bikirdaye. bełam gon çaw lewe bipûşîn ke edebêkî sedey ḧevdehemî paş mîlad gon ebê legeł edebî sedey dehemî pêş mîlad berawird bikirêt?

nabê eme butrê, çunke le şwênêkî tirda her em qiseyeman kirduwe: em beranberîye ’îlmîyen wextê řast nîye ke edebe paşkewtuweke ke fîkirey le edebe pêşkewtuweke wergirtibêt - bo dananî dastanê - ew wexte řaste nabê bikirê,çunke heryek şit ebê, we yek şitîş legeł xoyda beramberî pê nakirêt.bełam eger hat û edebe paşkewtuweke ne be xew ne be řêge, ne be nûsîn agay le edebe pêşkewtuweke nebû,ewe ba dehezar sałîşyan beyn bêt,herwekû leyek zemanda bo bûbêtin waye; heryekeyan serbexo te’bîr le şi’ûrî sadey qewmêk edatewe. wekû natwanît ewe biłêyt ke: «homîros» ew serdemeda fîkirey le yekêkî tirewe wergirtuwe û ewîş hatuwe«elyaze»y danawe, natwanê biłêyt ke: «eḧmedî xanî»yiş fîkirey le homîrosewe wergirtuwe û hatuwe«mem û zîn»y danawe!çunke tarîx îsbatî eka ke eḧmedî xanî neyzanîwe em dunyaye homîrosêkî têda buwe,be çîya bizanê?elyazeyek ke zimanî yonanî kon bûbêt,we eḧmedî xanîyek le ’erebî û farsî bewlawe hîçî tirî nezanîbêt,em yonanîyey le koy wergirt?!. we dîsan ew wexteş hêşta elyaze wernegêřabuwe ser ’erebî ta butrê le ’erebîyekey wergirtuwe. ewa witman werîş gêřabû,çap ewendey perey nesendibû heta nusxey ’erebî elyaze bikewîte berçaw eḧmedî xanî.witman çapîş perey sendibû,eḧmedî xanî derzî le mizgewtêkî kurdewarîda buwe,mizgewtî kurdewarî êsteş be tewawî agay le edebyatî ’erebî nîye, newek hî yonayyek ke kewtibête ser zimanî ’erebî!kewabû beramberîkirdinî «elyaze» û«mem û zîn» le tenya fîkirey çîrok û dastandaye û cêy xoyetî û hîç řexney lê nagîrêt.

le sedey ḧevdehemî paş mîladda eḧmedî xanî le mizgewtekanî wiłatî «bayezîd»da derzî exwênd,hemû car eybîst ke řîş sipîyekan le pêşînekanî xoyanyan egêřayewe ke:lem wiłatî «botan»e emîr zeyneddîn nawêkî kurd,beser ew wiłataneda fermanřewabuwe.dû gułî le baẍçeda buwe: yekê «sitî» yekê «zîn». seran û kełanteranî zorîşî le jêr desta buwe,yekê lew serdarane «eskender» naw buwe,kesî be kes nezanîwe,tenya «mîr zeyneddîn» nebê. sê kuřî hebû «tajdîn,çeko,ḧeyfo». emane pałewananî zeman û şêrî meydan bûn. tajdîn birayekî buwe «mem»y naw buwe, mîrzazade buwe, hirçende biray bawik û daykî nebuwe û benaw bêgane buwe, bełam gelê le çeko û ḧeyfo dostitir buwe.em dû newcewane dû nemamî bêşełanî mîr zeynedîn bûn, wekû çon «sitî» û «zîn» dû diłaramî lalezarî cemał bûn.

řojê le řojan ke serî sałî newroz ebê,mîr zeyneddîn ehlî wiłat têkřa eçin bo seyran. lem geşteda «tajdîn û mem» «sitî û zîn»yan ber çaw ekewê, agirî diłxiwazî le diłî herçiwaryana biłêse estênê. «sitî» bo «tajdîn» û «zîn» bo «mem» îtir dastanî «mem û zîn» lem agir û pûşewe dest pê eka, ke çon diłdarî lebeynyana řû eda, we çon le dûrî yek pek kewtû ebin? we çon «ḧeyzebûn»y dapîre ekewîte beyn? ta be dirêjî dastan ebřêtewe. ke egate ew şoyne tajdîn le dûrî û çewsanewey mem destî nihênî karî tê eka û şa’îr ełê:

her leḧze di gel biran bi şeř bû
qesda di dilê wî ev xeber bû
řabit bi ẍezeb biçîte pêş mîr
daxwaz bikit memê bi teqsîr
carek biçtin memê řicaket
sûç û gunehî memê tikaket
damîr jura biray birdit
ya ev ser û mal tê bi derdit
’arf wehe gote řostemê zal
eve emir bi min meḧale bê qal
bê ceng û cîdal û bê tehewur
qet vê şoẍlê meken tesewur
ev me’reke nabtin bi dîwan
em mane û sibḧe seḧnê meydan
ya qinc ewe em sibe swar bîn
her sê bi selaḧ û karubar bîn
çarnew cuşnan ber keyn
zendane û meẍferan li ser keyn
gurzan bihjîn,řiman bibazîn
ev řenge memê ji mîr bixiwazîn
ya wî bi kutek memî xo birdîn
ya cumle bi merdî serê bi derdîn
ger wî be vê řengî mem řeha kir
derdî di dilê me wî dewa kir
wermay musîř le ser ’înadê
em dî bikirîn weřeng cîhadê
je wel qe biçin «bekir» bi kir keyn
wî mudbîre jêre derb der keyn
her ber derekî gerek li ber bit
xesmaney qinc ser bi ser bit
mîr er ji wîra bikit te’esub
řabit li me ew bikit teẍlilub
aşê ecelê wisa bigêřîn
teşbîhî ḧuban seran bihêřîn
buhtane bikîne řeqis û govend
ta bîne temaşeyê şeker xend
gava wekû dest bideyne ḧerban
meḧbûb timaşa ket bi zerban
her leḧze bibjên ew perîzad
destê di we ey cwan merîzad
hendek bigrîn,henek sena ken
hendek, bikenin, henek do’a ken
diłdar nezer biken ji burcan
duřdane bi derkevin ji dur can
şehzade ji penceran nezer ken
guł pîre henan di ber xo kirken
herdem bîhên ji nazenyan
sed mediḧ û hezar aferînan
tajedîn xebera biray gih kir
meḧkem di dilê xweda bicêh kir

eger temaşayekî em dû edebe «edebî yonanî û kurdî» bikeyn, le her dûyana bazařî xebałbazî ebînrêt. le her dûyana meydandarî leser diłxiwazî ebînrêt. le her dûyana dest û bazûy pałewanan ebînrêt. ewende heye le kurdîyekeda wekû emaney têda heye, eweşî têdaye ke dostêk yadî dostêkî eka, newek dostî diłxiwazî, bełkû dostî birayetî, ẍîret û wefay peymanî birayetî tajdîn ewe pîşan eda ke: çon be xoy û birakanyewe le pênawî dostayetî memda ew meme ke agirî ’eşqî zîn kułukoy damrand, serumałyan dabnên. ême lêkołîneweyekî bê layengirî bikeyn,newek hî qewmî. eger wefadarî le pênawî biraderîda le kurdewarîda nebwaye, emane xoyan le xoyanewe ne’ekewtine ser ew řêgeye, kewabû em dastane wekû dastanî ẍeramî û şeř û şoř û xeyałe, dastanî wefadarîşe.