gurg

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 2 Xulek  438 Dîtin
xirapem dełên xirapem bê şik
bełam lebirsan nem mawe mêşk
ger birsî nebim boçî wa dekem
berx û meř lêkdî tewella dekem
de têrim biken her wekû keran
ger barim nebird lebo henderan
heynê têm berden seg û guřyekan
ke pastan deken behêsk û benan
lewey napirsî xawenî çone
herçend pyaw kuj û dizêkî mone
segekman nedît bediz bwêrê
yan bepłîngêk we ya beşêrê
zorcar wa debê pyawî baş degrê
weyan mindałêk lebo nan degrê
pîşeyan waye segan bezorî
swał keran degirin yan şel û korî
ya debne segî zîna kerêkî
degirin pyaw çak û muḧteberêkî
çakan zor degirin bo pyawî xerap
yan bêwejnêkî fêłbaz û çarqap
segîş lebo xoy çakî dezanî
xawenî dize bo pasewanî
letirsî xoytî wa nanî deda
lemał dizrawêk wa hanî deda
dezanî kesêk nanekî denê
xelqî bo negrî îtir nay denê
her boyê latan segêk baştire
le însanêkî bepadaş tire
çunke nan dan tan lebo xwa nîye
. . . . . . . . . .Teksta ne aşkira
çak û xiraptan lêk bûyne dujmin
xoştan xerapin bo dêne gijmin
keyftan pê bê xêrî pê deken
xoşîştan newê piştî têdeken
emekî seg û çakey to herdûk
bo keyf û nane bokarî çiruk
xerapî xotan boçî nabînin
lekarî xotan kemêk řamênin
seg bo kulêre û to bo ẍeyrî xwa
beẍeybet kirdin goştî yek dexwa
yekdî deşkênîn boyek ça nebin
nek řêy xuda û ewey pak nebin
latan baş nebî pyawêkî dana
set pê baştire be sifłet dana
nanî dedeyê meḧit û past ka
dena sifłeye nabî past ka
basî meř naken le samî gurgan
meř bexêw naken lebo bê bergan