ey qel

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  383 Dîtin
boçî her weḧşî qet małî nabî
le dostayetî bo ḧałî nabî
wekû mirîşk legeł ademî
bixowe û bixo zig xałî nebî
qel dełê:
bekurdî biłê were lebo xom
le şîşet bidem benanît bixom
danî to naxom lemałit nabim
bo xom le çoman ḧuř û serbexom
mirîşk małî bûn le nezanîtî
ya le bê mêşk û ya bo danîtî
samit lê dekem çunkî goşt xorî
lêm dîwî bexom dexoy bezorî
deçî le şaxan begulley germ
le teyran dedey yane betorî