pisyar lêt

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  484 Dîtin
leberçî ademîzad wa řengawřeng û letlete
nařêk û yekdî kuj û yekdî la bê qîmete
yan nezan û yan zanayan bê ’eqił û yan dana
zorî meraqî ẍedir û ya peristî şehwete
hendê sipî hendê řeş yan řû sîs û ya řûgeş
heryek new’e řengêk û hezar new’e loẍete
hendêk wekû bellûre ema ’eqłî natemam
hendêkî zor naşîrîn ’eqłî zor beşewkete
samî pisyarî kird û wa çaweřêy werame
’aqił kewte tefekur nezan lelay suḧbete