keřatî baş nîye samî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  361 Dîtin
xot wa nezan û wa bê hoş meke
le însanî baş ḧeçe û hoş meke
eto lelay xot xawen pêřewî
keçî debînim segit pê řewî
nemmawe qerar min le tawanit
beranberî min zore tawanit
carêk legeł min dû qisey xoş nakey
diłî xemawî carêk xoş nakey
layek ’aşiqan legoř denêjî
lelayek gułî baẍan denêjî