ax û dax

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  382 Dîtin
diłe şêtekey lê řencawekem
kewte naw dawî zułfe xawekem
le darî dawe le baẍî sîney
lelay dû xunçey lê guşrawekem
***
yaxwa pêm bida darî şwanî
leser samanî giştî cwanî
şertim bê heta řoj debêtewe
xew nembatewe heta beyanî
***
samêkî nakem le dewrî bałay
le pasewanî sînekey wałay
hêşk çî debim legeł perçemî
çîn beçînekey ’emberî lałay