têpeřî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  372 Dîtin
tac û textî kon kewa têpeřî
kełkî çî mawe kewa to pêy hełpeřî
bê xawenî tac qazancî çî bû
bawî her bibê û nawbûnî çî bû
lêyan nakřê beklike řêwî
tacî wan kanî çî pêy bipêwî
textî êstake hetakey heye
debê be hî kê bo kê mayeye
şête ew kesey diłî pêxoşe
xanî hewaye binaẍey boşe
şitêk ke «sam» û derdî ledû bê
yaxwa her nebê her benebû bê