yaxwa bexêrbêy şemał

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  352 Dîtin
şemał bexêrbêy lebo lay diłan
bo kêt hênawe henasey gułan
dey dey bewaney le şew nałînin
yan şadan lelay nask û şilan
yan bewkesaney xesaret mendin
diłyan le dawan zelîl û bendin
yan le baẍîda wa dewłemendî
’ûd û telarit le sayey çiłan
firmêskî awyan le gułda nebê
samîNasnava edebî mirdinyan hîç le lanebê
tozêk wefat bê û lexwa bitirse
obałî ’aşiqan bes bawê milan