’alemî pêşkewtû

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  329 Dîtin
le deryay hewa wa le geřanin
xerîkî sikey le cewdananin
biçne gelawêj naw ḧeftewane
çimafim heye daxo ewane
hîndoku řûsin yane feřengin
le mêjûy jyan benirx û sengin
eto îslamî şar wêran kerî
ke dînit heye boçî nokerî
min le qazancî ademîzadî
ewey le karin bo ’îlim û şadî
deřom û dełêm kê le jînî tał
însan derênê xerîk û ’ewdał
bokarî baş û pêş kewtinî gelan
xoy mandû bika her ewe însan
bo qazancî wan leřêy şeytane
zyanî to çak û karî yezdane
samîNasnava edebî ew qisey la řeşebaye
tiryakî xeyał kełkî nemaye