dinya pîrêjin nîye

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  347 Dîtin
dinya kiçêke wa dête cwanî
taze dadenê binî memkanî
ewaney wityan pîrêjne dinya
pîr û xełfawin çyan lê nezanî
***
taze sîney xoy deřazêntewe
lawî mêjûyî delawêntewe
çawî řeş deka pencekanî sûr
memkî xiř deka û deylarêntewe