ey law

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  305 Dîtin
ey lawî taze hetakû mawim
bigre dû destî kur û şikawim
îmřo be nirxe yarî ey cewan
bo paşeřojî nîşane û nawim
***
êsta hejar û çemaw û keçim
bijîm çen sałêk lekîst neçim
paşî xom sûdim nabê lebo kes
ku ḧacî řoyî minîş wa eçim