pêşûnan

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  337 Dîtin
toz le quřê hełnastê qisey pêşû tewawe
nêre gurg çon dezê le kam mêjûda zawe
kame zana etwanê biłê qiset wa nîye
hîç zyanî lê kewt û řija yaxud şikawe
kame pîtor detwanê hîçim bo xiř katewe
yan bîrî lê hełqenî û yan bîrî piř katewe
yan şitêkî lê fêr bê, yan bitanê fêrî ka
yan pakî lê qezanc û yan pîsî bişwatewe