be řoj û şew

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  357 Dîtin
be řoj derwêşim be şew le zarî
dû mujey têjî, çawî xumarî
serasîme min le bê bextîda
bê beşî xunçe û memî henarî
lelay xoy katî memî pêda bûm
bo naw sînekey baẍî beharî
pêm da daxekem wefay bom nebû
daxra dergay êşkiçî marî
dû kezyekanî řeşî be samî
le qed aławe û nakirê çarî