kuře eto çi dełê be min

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  329 Dîtin
basî gerden û yan zułfî xawî
çon bas bikirê be natewawî
lome dekirêtin bê lêkdanewe
nanořne dax û derdî henawî
ewa bê’agan le derdî ’aşiq
nazanin lebo mafî xurawî
girye û hawar û şîne be eş’ar
bo xoşewîstîy dagîrkirawî
be ẍedir û dînar yan pêrewî xwar
deyken bêbeş û deyxene dawî
derd û nałîn û xebatî leyla
wa xebatî bo řencî xurawî
ewîş ẍedrêke lenaw nîştiman
bełam daxekem lêy řanemawî
bo girye û nałîn derdêke besam
boye dête xwar firmêskî çawî