her îy xotim

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  286 Dîtin
diłit tûşî çi dawî kird be dû çawî wekû bazî
çi sîḧirit kird xewandit le xewxaney mekirbazî
xewan û kuştin û nałîn lelam xoşe fer hoşim
be meylî xot bike qurban minîş wa dêm be şanazî
gyane mestim be xałanit ciger zamî mijey xotim
le sêdarem mede bêkes bibînî xot bebê nazî
emin bikujî kê xemxiwarî şil û şêway qed û bałay
be xwa basî lenaw ’aşiqan be bulbul da û be awazî