yarekem

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  757 Dîtin
her wekû řojî řût mawe le gerdûn
leşkirî perçemit lelawe herdûn
wêney le diłda wa nexşî kişawe
fîday bê sed genc û mułkî fereydûn
***
leser kułmetewe xałekî hêndo
pêm dełê to were le katî şewbo
mîwanî naw baẍ û herdû memim be
dem lenaw dem binê destit le esto
***
dem leser kułmey wek pelkî gułit bê
dest lenaw sîne û qołtî miłit bê
samîNasnava edebî le nîzîk û dûr û temaşay
ya kemer û bendî bejnî şilit bê