lebîrim meke

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  353 Dîtin
řojêkî nebû bîrim katewe
le şîwen, şay jîrim katewe
şadî legeł min wa tewella bû
xewî şew nałîn wa dem batewe
bo baweşî xoy wa řamdekêşê
toqî ḧesretim le mil katewe
hełmidêrênî letletim bika
bo mêşk xwardin serim katewe
gunahim çîye dewrî lê dawim
çi qazanc deka min bixiwatewe
samî la nema çî bika deyka
pena bo kê bem pelim katewe