çawî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  326 Dîtin
dû çawî kałe, suxmekey şîne
řûmet bexałe, xwênî şîrîne
tirsêkî naka le xwa bitirsê
le xwênî ’aşiq çengî be xîne
***
lebin suxmekey dû xunçey gułe
lar û lencekey benaz û şile
dił řadekêşê bendî dawî ka
bew zulfe xawey aramî diłe
***
bo keyf û sefa diłim jîr kewe
be yadî wefa samîNasnava edebî bîr kewe
gułxunçe û bulbul lêk dî řencawin
toş lêm meřencê dił zincîr kewe